Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebceyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Hezîranê pêşwazî li Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebceyê kir.
Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Şandeyê kurteyek derbarê armancên avakirina Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebceyê pêşkêş kir û çend daxwaz jî ji bo xizmetkirina baştir ji xelkê parêzgeha Helebceyê re pêşkêş kirin, ku yek ji daxwazên wan ên sereke jî, temamkirina proseya parêzgehkirina Helebceyê ji aliyê hikûmeta federal ve bû.”
Şandeyê amaje bi wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser raspardeya Serok Barzanî biryar da ku Helebce bibe parêzgeh û ev yek jî cihê pesindayînê ye.
Herwiha şandeyê spasiya Serokê Hikûmetê kir ku di serdana xwe dawî ji bo Helebceyê de, çend biryar di berjewendiya xelkê Helebceyê de derxistin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku xizmetkirina hemû Kurdistanê, bi taybetî jî Helebce weke sembola qurbanîdana gelê Kurdistanê, em erkê xwe yê sereke dibînin û her çi di karîna me de be, em ê ji bo zêdetir xizmetkirina Helebceyê bikin.
Serokwezîr tekezî li ser wê yekê jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek parêzgehekê bi Helebceyê re reftar dike û bi hikûmeta federal û Encûmena Nûneran re di peywendiya berdewam de ye, ji bo temamkirina proseya parêzgehbûna Helebceyê ku mafê rewa yê xelkê Helebceyê ye.