Tirkiye ji lîsta “dewletên rêyê didin spîkirina pereyê reş” hat derxistin

Diyarbekir (K24) - Hêza Peywirê Ya Çalakiya Darayî (Financial Action Task Force-FATF) ku saziyek navneteweyî ye ragihand ku, ji 28ê Hezîranê pê de Tirkiye ji lîsta spîtarî hatiye derxistin. FATF çavdêriya tekoşîna dewletan a hemberî tawanên darayî dike.

Di civîna Hêza Peywirê Ya Çalakiya Darayî (Financial Action Task Force-FATF) de ku Wezîrê Darayî Yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek jî wek nûnerê Tirkiyeyê pişkdar bû, biryara derxistina Tirkiyeyê ji lîsta spîtarî hat dayîn.

Wezareta Darayî Ya Tirkiyeyê di derheqa vê mijarê de ragihand ku, Tirkiye bi saya gavên rast ji wê lîstê hatiye derxistin û bal hate kêşan ku ev yek dê bibe wesîle ku baweriya bi aboriya Tirkiyeyê jî xurttir bibe.

Di daxuyaniya wezaretê de spasiya aliyên ku ked dane vê pêvajoyê hat kirin û hat amajekirin ku Tirkiye dê tekoşîna xwe ya hember spîkirina pereyê reş û piştgiriya darayî ya bo terorê bidomîne.

Wezareta Darayî dide zanîn ku dê di rewşên pêwîst de di derheqa vê mijarê de hem qanûn werin sererastkirin û hem jî qanûnên nû werin derxistin.