Maratona “Şahiya Zarokan” li Hewlêrê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Rêxistina Maratona Hewlêrê Ehmed Mihemed ji K24ê re piştrast kir, roja 6ê Tîrmehê Maratona Şahiya Zarokan dest pê dike.

Mihemed herwiha got: “Em her sal weke Rêxistina Maratona Hewlêrê gelek çalakiyan lidar dixin, wek maratona giştî di meha Cotmehê de û maratona zarokan di navbera meha Hezîran û Tîrmehê de.”

Got jî: “Zarokên ji 6 heta 13 saliyê dikarin beşdarî maratonê bibin, gelek diyarî tê de hene, ji wan jî belgeya beşdarbûnê, ku belgeyeke navdewletî ye û gelek xelatên din.”

Endamê Rêxistina Maratona Hewlêrê got jî: “Tomarkirin li parka Samî Ebdulrehman û ‘online’ dibe. Hejmar jî sînordar e, em nikarin zêdetirî 1000 zarokan qebûl bikin.”