Ji bo cara yekê kitêbeke Serok Barzanî li ser astê cîhanê tê xelatkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Her sal ji aliyê Kompaniya American Book Feast ve berîkaneya xelata navdewletî ya kitêban pêşkêşî baştirîn kitêb di hemî waran de tên kirin. Kitêbeke Serok Barzanî bi navê Barzanî û Bizava Rizgarîxwaziya Kurdan, Şoreşa Gulanê îsal bi zimanê Ingilîzî hatiye çapkirin, ku girêdayî bîranînên rûdanên dîrokî yên çend dehsalên borî ye, û xelata duyê di wê berîkaneya navdewletî de bi dest xistiye.
Birêveberê Bicihanînê yê Kompaniya American Book Feast û Rêkxistinkerê Xelata Navdewletî Jaffrey Kin ragehand, “Îsal bi hezaran navnîşan hatine pêşkêşkirin û tenê hejmareke kêm ji bo xelatan hatine berbijarkirin.
Ji bilî kitêba Serok Mesûd Barzanî, kitêba bîranînan a Papayê Vatîkanê Papa Fransis, kitêba jiyannameya stiranbêj û pêşkêşkara navdar a Amerîkayî Venessa Williams û kitêba jiyannameya aktorê navdar ê Amerîkayî Bob Odenkirk jî di wê berîkaneyê de hebûn.
Ev 15 sal in ku ev berîkaneya navdewletî ya kitêban tê kirin, wê xelatê pêşkêşî baştirîn kitêbên salê di hemî waran de dike û heta niha gelek xelat pêşkêşî gelek kitêban di tevaya waran de li cîhanê kirine.
Kitêba Barzanî û Bizava Rizgarîxwaziya Kurdan ji du pişkan pêk tê, di wan her du pişkan de bi hûrî behsa rûdanên dema navbera salên 1975 û 1990ê dike, ku gelek rûdanên giring û dîrokî rû dane û bûne xalên guhertinê di dîroka gelê Kurdistanê de.