Serok Barzanî li Bexdayê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Tîrmehê piştî nîvro li Bexdayê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Îlbrus Kutraşev kir.

Di civînê de, peyvendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rewşa siyasî ya Îraqê hate gotûbêjkirin û Serok Barzanî hokar û palnerên serdana xwe ya bo Bexdayê û civînên bi aliyên siyasî yên Îraqê re û hebûna niyeta çareserkirina kêşeyan ji bo şanda mêvan pêşkêş kirin.

Balyozê Rûsyayê li Iraqê jî di hevdîtinê de tekez kir, ku welatê wî dixwaze li Iraqê aramî pêk were û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqa federal bihêztir bibin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de ronahî hate xistin ser guhertin û pêşhatên navçeyê û wan metirsiyên ku aramiya navçeyê dikine armanc.

Fly Erbil Advertisment