Di Muzexaneya Diyarbekirê de berhemên beriya 12 hezar salan tên pêşandan

Diyarbekir (K24) – Muzexaneya Diyarbekirê di 90 saliya xwe de ji aliyê zêdekirina hejmara serdêran a salane ve, li tevahiya Tirkiyeyê bû yekem ku di muzexaneya navdar de berhemên beriya 12 hezar salan tên pêşandan.

Muzexaneya Diyarbekirê ya di 1934an de hatiye damezirandin di nava Sûrê de li ser 50 berecot erd bi 14 avahiyên dîrokî xizmet dide û li tevahiya Diyarbekirê 7 muzexaneyên girêdayî muzexaneya Diyarbekirê hene, ku bi teybetî Muzexaneya Arkeolojiyê li Keleha Navîn e di sala 2022yan de 68 hezar serdêran serdana wê kiribun ku ev reqem di sala 2023yande bibû 131 hezar û salekê de hijmara serdêran %272 zêde bibû, di vî warî de li Tirkiyeyê bûbû yekem. Dîroknas dibêjin Muzexaneya Diyarbekirê di nava dîroka cîhanê de xwedî cihek girîng û teybet e.

Dîroknas û akademîsyenê Zankoya Dîcle yê Beşa Dîrokê Arafat Yaz ji K24ê re got: “Mezopotamya ji aliyê şaristaniyê ve dilê cîhanê ye, Amed jî ji ber hîlal bi bereket dilê Mezopotamyayê ye ku hêman vê erdnîgariyê dike dilê cîhanê jî div ê muzexaneyê de tên pêşandan. Berhemên vê muzexaneyê de tên pêşandan wisa girîng in ku karine dîroka cîhanê bidin guherîn.”

Di nava muzexaneyên cîhanê de berhemên herî kevin ên dîrokî di Muzexaneya Diyarbekir de cih digirin ku berhemên di Girê Kortik de hatine bidestxistin heta beriya 12 hezar û 400 salan jî diçin ku di muzexaneyê de 1614 berhem tên pêşandan û ji 100 hezarî zêdetir berhem di bin parastinê de ne ku kesên tên serdana muzexaneyê dibêjin berhemên vê muzexaneyê balkêş in.

Geştiyar: “Ez ji bajarê mêrsînê hatime. Cara yekem e ez Diyarbekirê dibînim. Bi rastî berhemên vê muzexaneyê bandorek mezin li min kirin. Berhemên bêhempa ne, ji her alîyî ve ev muzexane hêjayî dîtinê ye

 

Geştiyar: “Ez li bajarê Berlînê dijîm, ji Almanyayê hatime geştê. Min berhemên dîrokî gelek ecibandin, ev avahiya ku berhem tê de tên pêşandan jî dîrokî ye û wekî ku mirov nava dîrokê de derbikeve geştê.”

Geştiyar: “Cara yekem e têm Diyarbekir, Min qet nedizanî Diyarbekir bajarek evqas bedew û dîrokî ye û min nedizanî di muzexaneya wê de berhemên wisa dîrokî hene, pêwîst e ev bajar û ev muzexane baştir û bêhtir werin danasîn.”

Di 6 mehên îsal de 92 hezar û 158 kesan serdana vê muzexaneyê kirine, aramanc ew e ku dawiya îsal de ev hijmar bibe 200 hezar û di sala 2030ê de salane 1 milyon geştiyar serdana vê muzexaneyê bikin.