Ji bo 8 bajarên Bakurê Kurdistan hişyariya barana bihêz tê dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Keşnasiya Tirkiyeyê ji bo heşt bajarên Bakurê Kurdistan û herêma deryaya Reş a Tirkiyeyê hişyariya barana bihêz da.
Rêveberiya Keşnasiya Giştî ya Tirkiyeyê da xuyakirin, li bajarên Erzirom, Qers, Erdexan û Agirî yên bakurê Kurdistanê û çar bajarên herêma deryaya Reş baraneke bihêz dest pê kiriye.
Keşnasiyê da zanîn, ji ber barana bihêz tê pêşbînîkirin lehî rabin û birûsk bijenin ku di vî warî de welatî hatin hişyarkirin.