Belgefilmekî Kurdî xelata baştirîn belgefilm li festîvaleke Îtalyayê wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) - Di gera pêncê ya Festîvala Ostyayê ya Filman de ku li bajarê Romayê yê Îtalyayê tê kirin, belgefilmê Welatê Jinên Bin Erdî xelata baştirîn belgefilm wergirt.

Dîdar Omer ku nivîserê wî belgefilmî ye di derheqa wergirtina wê xelatê de ji K24ê re got, “Li destpêkê bi helkeftina wergirtina wê xelatê, ez pîrozbahiyê li tevaya desteya filmî dikim ku me karî xelata baştirîn belgefilm bi dest xwe ve bînin.”

Dîdar Omer herwesa got, “Belgefilmê Welatê Jinên Bin Erdî tevlî gelek festîvalên din li Rojavayê Kurdistanê, Amerîka, Rûsya, Îtalya û Spanyayê bûye û di piraniya festîvalan de jî xelat bi dest xistine.”

Navbirî amaje jî da, “Çîroka vî belgefilmî behsa mêrekî dike, bi dirêjahiya 13 salan li goristanekê kar dike ku girêdayî wan jinan e yên ku hatine kuştin û bê navnîşan in. Ew mêrê ku goran dikule baxçevan û kesûkarê wê goristanê ye.”

Belgefilmê Welatê Jinên Bin Erdî, ku ji nivîsîna Dîdar Omer Hemewendî ye û Rêkeft Heme Tewfîq karê derhênanê jê re kiriye, tevlî gelek festîvalan bûye û xelat bi dest xistine.

Fly Erbil Advertisment