Bijişkek: Nexweşên Diyarbekirê di pandemıyê de wek kobay hatin bikaranîn
Diyarbekir (K24) – Bijişkekî Diyarbekirî dibêje, di dema pandemiyê de tîmek ji Enqereyê hat Diyarbekirê û nexweşên koronayê ji aliyê vê tîmê ve bo projeya “tîrêja tirk” hatin ceribandin. Gotinên bijişkî deng vedan, deerbarê buyerê de daxwaza vekirina dozê jî tê kirin.
Di serdema pandemiyê de di nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Perwerde û Lêkolînê de bi civînek çapemeniyê hatibu gotin ku di dermankirina nexweşiya koronayê de rêbaza tîrêja tirk hatiye bikaranîn û nexweşê li ser hatî ceribandin baş buye. Lê paşê derbarê vê mijarê de qet daxuyaniyek nehat dayîn. Bijişkê Profesor Cenap Ekîncî jî amaje kir ku wî wê demê jî ev mijar anîbu rojevê ku ew rêbaz xelet e, neyasayî ye û li dijî mafên mirovan e ku di encamê de mirî jî çêbune. Cenap Ekîncî dibêje nexweşên koronayê yên Diyarbekir wek kobay hatine bikaranîn.
Bijişk û profesor Cenap Ekîncî ji K24ê re got: “Wê demê tîma hatî got ew ji bo nexweşekî hatine, me heke bo nexweşek be dikarîn wî nexweşî bi balefirê bibin, çima ewqas kes hatin. Ti kesekî negot çima hun li Diyarbekir tenê vê diceribînin. Me wê demê pirsî me got kî ne, ji me re gotin xizmê Wezîrê Karên Navxweyî ye.”
Derbarê buyerê de Jûra Bijişkan a Diyarbekir jî amaje kir ku rêbaza hatî bikaranîn rêbazek şaş e û nayê qebulkirin ku Jura Bijişkan a Diyarbekir dide zanîn ku wan wê demê jî li dijî vê rêbazê bertek nîşan dabun û bal kêşandibun ku rêbaz nayasayî û nemirovî ye
Serokê Jûra Bıjışkan a Diyarbekirê Veysî Ulgen dibêje: “Ceribandin wisa nabe. Ceribandin pêşî li ser lawiran dibe, li ser mişkan diceribînin, paşê jî li ser mirovên xwebexş tê ceribandin ku ew mirov jî divê veşartî bimînin, divê nasnameya wan aşkere nebe, lê li gorî rêgezan neçune. Ev tawan e jî û li dijî mafên mirovan e jî.”
Derbarê îddayên bikaranîna nexweşên Diyarbekir de Baroya Diyarbekir jî gavek avêt û serî li Serdozgeriya Komarî Ya Diyarbekir hat dayîn ku doz were vekirin û berpirs werin sizadan.