Li Soranê beşa çareserkirina celteya mejî tê vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Nexweşxaneya Hînkirinê ya Aşitî ya li îdareya serbixwe ya Soranê, beşa çareseriya lezgîn a ji bo celta mejî û nexweşiya Parkinsonê hat vekirin. Bijîşk vê pêngavê wekî serkeftineke girîng a kerta tenduristiyê bi nav dikin, ji ber ku leza di destwerdanê de rê li berSeqetbûna mayînde digire û rasterast canê nexweşan diparêze.
Rêveberê Nexweşxaneya Hînkirinê ya Aştî Dr. Hemrîn Mîne ji Kurdistan24ê re ragihand, bi armanca bilindkirina asta xizmetguzariyan, ev beşa nû ketiye xizmeta welatiyên herêmê û taybet e bi çareserkirina bilez a wan nexweşên ku tûşî celte an felca mejî dibin.
Dr. Hemrîn Mîne sedema nebûna vê beşê ya di salên borî de aşkere kir û got: “Pêşmerge û welatiyên me dizanin ku berê ev beş li vir tune bû, sedema sereke jî kêmbûna bijîşkên pispor ên mejî û demaran û nebûna beşa çavdêriya giran (ICU) bû. Xoşbextane di vê mehê de beşa çavdêriya giran hat vekirin û hejmara bijîşkên pispor ên mejî û demaran gihişt 5 bijîşkan. Vê yekê derfet da ku em vê beşê bi awayekî serkeftî bixin xizmeta xelkê Îdareya Serbixwe ya Soranê.”
Rêveberê nexweşxaneyê da zanîn, berê ji ber nebûna vê derfetê, ew neçar bûn nexweşan bişînin Hewlêrê, lê zanista bijîşkî tekez dike ku divê derziya taybet a vekirina xwînberên mejî di nava 4 saet û nîvan de li nexweş bê xistin. Dûriya rêya Hewlêrê dibû sedem ku dema pêwîst derbas bibe û derman bandora xwe ya pêwîst ji dest bide.
Bi vekirina vê beşê re, êdî hemû nexweşên ku felca mejî lê xistiye û tûşî xwînberbûnê nebûne, dê li nexweşxaneya Soranê bên dermankirin da ku ji astengdariya mayînde rizgar bibin.
Di dawiya axaftina xwe de, Dr. Hemrîn Mîne bal kişand ser giringiya dema gihandina nexweş û bangek li welatiyan kir: “Gava nîşanên felca mejî yên wekî têkçûna axaftinê, nezelalbûna dîtinê, windakirina hevsengiya laş an jî sistbûn û bêhêzbûna endamên laş diyar bûn, divê welatî qet van nîşanan paşguh nekin û di zûtirîn dem de xwe bigihînin beşa me ya lezgîn.”