Li Hewlêrê nexweşxaneyeke talasemiyê tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Hewlêrê di demeke nêzîk de nexweşxaneyeke nûjen û taybet bi qebareya 100 textên razandinê ji bo çareserkirina nexweşên talasemiyê dikeve warê cîbicîkirinê.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav îro 1ê Mijdara 2026an, di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, di paşerojeke nêzîk de projeya avakirina nexweşxaneyeke pêşketî li ser rûberê 20 hezar metreçargoşeyan bi şiyana wergirtina 100 pêdiviyên razandinê bo nexweşên talasemiyê, dê bikeve qonaxa cîbicîkirinê.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku ev pêngav piştî wê yekê tê ku ji aliyê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ve û bi hevahengiya ligel Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hewlêrê, parçezeviyeke guncav bo projeyê hatiye terxankirin û niha kar ji bo amadekirina dîzayna dawî ya nexweşxaneyê didome.

Umêd Xoşnav tekez kir, ji bo serxistina vê projeya mirovî û saxlemiyê dê hemû hêsankarî bên pêşkêşkirin; çi di warê dabînkirina pêdiviyên bingehîn de be yan jî gihandina xizmetguzariyên sereke, bi mebesta sivikkirina êş û azarên tûşbûyên talasemiyê û pêşkêşkirina baştirîn çavdêriya bijîşkî ji wan re.