Di Gola Wanê de 3 kes winda bûn; termên 2 kesan hatin derxistin

Gola Wanê
Gola Wanê

Diyarbekir (K24) - Termên 2  ciwanên ku di Gola Wanê de winda bûbûn hatin derxistin  û lêgerîna kesekê berdewam dike.

Li gor agahîyan, li Wanê ji ber hewaya germ 3 ciwanên bi navên Muslim Ûlgen, Serhat Elçî û Remezan Babat danê nîvro li nêzî Girava Çarpanakê ya navçeya Tûşbayê ji bo ku xwe hênik bikin ketin golê. Dema ku kesên derdorê dîtin ku ciwan di nav avê de winda bûn, agahî dan hêzên ewlehîyê û tîmên saxlemîyê.

Li ser vê yekê, tîmên rizgarkirinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, tîmên Ewlekariya Peravê, tîmên AFADê û polîsên deryayî yên Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgehê hatin herêmê.

Di lêkolînan de termên Muslim Ûlgen û Serhat Elçî hatin dîtin, ji bo dîtina termê Remezan Babat jî lêgerîn berdewam dike.

Termên her du ciwanan ji bo Saziya Pizişkiya Dad hatin şandin.

Fly Erbil Advertisment