Ebdullah Weysî: Beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî girîngiyeke nû da merasîmên Mewlûdê

Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê Hewlêrê her sal bi awayekî taybet û berfireh pêşwaziyê li bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê (Silavên Xwedê li ser bin) dike û pîrozbahî vediguherin karnavaleke tijî şahî. Li gorî Serokê Yekîtiya Zanyarên Ola Îslamî ya Kurdistanê, beşdarbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmên îsal de girîngiyeke nû daye pîrozbahiyan.

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Îlonê li Mizgefta "Sewaf" a li Hewlêrê, merasîma navendî ya bîranîna jidayikbûna Pêxember birêve çû.

Derbarê mijarê de, Serokê Yekîtiya Zanyarên Ola Îslamî ya Kurdistanê, Ebdullah Weysî ji K24 re ragihand: "Dîroka lidarxistina Mewlûdê ji Hewlêrê dest pê kiriye û Yekîtiya Zanyaran jî salane serpereştiya hejmareke mezin a bernameyan dike. Di bîranîna îsal de, beşdarbûna Serokê Hikûmetê girîngiyeke nû da merasîman."

Weysî herwiha pesnê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da û got, "Kabîneya Nehem girîngiyeke taybet daye warê olî û di vî warî de valahiyeke mezin di bernameya hikûmetê de dagirtiye. Ev yek nîşan dide ku Serokê Hikûmetê ne tenê di Mewlûdê de, lê di gelek boneyên din ên olî de jî beşdar dibe û girîngiyeke mezin dide wan."

Li ser fetwaya salane ya derbarê Mewlûdê de, Ebdullah Weysî tekez kir: "Encûmena Bilind a Fetwayê îsal jî peyama xwe hebû û destnîşan kir ku pîrozkirina Mewlûdê di nav civaka Kurdistanê de bingeheke şer'î heye."

Wî anî ziman ku wan daxwaz kiriye di van boneyan de gotarên tund û duberekîker neyên belavkirin û bîranîna Pêxember weke amûrekê ji bo êrîşkirina li ser hev neyê bikaranîn. Weysî piştrast kir ku ev boneya olî dê di nav gelê Kurdistanê de bi zindî bimîne, welatî bi germî beşdar dibin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dê girîngiyeke zêdetir bide vê boneyê.

 
Fly Erbil Advertisment