Mûsa Ehmed: Me giyanê mirovperweriyê yê gelê Kurd nîşanî cîhanê daye

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di rapora xwe ya salane de ragihand, tenê di sala 2024an de, alîkariya mirovî gihandiye 432,706 malbatan, ku ev jî dike nêzîkî 3,124,416 kes.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ku di sala 2005an de li Hewlêrê hatiye damezrandin, rêxistineke ne-hikûmî û ne-siyasî ye. Serokê Desteya Damezrîner a dezgehê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye, ku rasterast serpereştiya karên wê dike.
Yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên dezgehê ew e ku ti pereyek ji projeyan ji bo lêçûnên xwe yên îdarî xerc nake û hemû alîkarî rasterast digihîje sûdmendan. Ev yek bûye sedem ku baweriyeke mezin ji aliyê bexşerên navdewletî yên weke Amerîka, Almanya, welatên Ewropa û Kendavê ji bo dezgehê çêbibe.
Yek ji projeyên herî girîng ên BCFê projeya "Ezîzan" e, ku tê de zarokên sêwî heta dawiya qonaxa zanîngehê piştgirî û xizmetguzarî werdigirin.
Berpirsê Beşa Pêdiviyên Taybet û Bêhevjînan, Omer Ehmed Hesen, ji Kurdistan24 re ragihand: "Dezgehê karî di çarçoveya vê projeyê de zêdetirî 16,000 zarokan bigire ber xwe û di jiyana wan de, bi taybetî di warên xwendin û tenduristiyê de, guhertinên erênî çêbike."
Ji bilî karên xwe yên li navxweya Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî pêşkêşî bi dehan kampên penaber û koçberan li Herêma Kurdistanê, Iraq, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye, Sûriye, Lubnan, Bengladeş û Sûdanê kiriye.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed, ji Kurdistan24 re got: "Dezgehê peywendî û hemahengiyeke xurt bi gelek rêxistinên bexşer û mirovî yên navdewletî re çêkiriye û li gorî standardên navdewletî li gelek welatan xwedî lîsansa kar e. Di heman demê de me karî bi rêya karên dezgehê, ruhê mirovperwerî yê gelê Kurd û aliyên bedew ên civaka Kurdî, nîşanî hemû cîhanê bidin."