Parêzgerê Hewlêrê: Ji îro ve parsek û falvegir tên girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê dibêje, “Parsek û falvegir û ew kesên li beranberî pêşangehên firotina erebeyan kar dikin û yên ku li trafîklaytan kelûpelan difiroşin ji îro ve tên desteserkirin.”

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Parêzgerê Hewlêrê di ragehandinekê de eşkere kir, “Bi fermana Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, li ser daxwazî û gilî û gazinên welatiyan û pêxemetî nehêlana diyardeyên neşaristanî û di çarçoveya helmeta rêgirtina li qewimîna rûdanên nexwastî û dûrî etîkêtên giştî û ji ber zêdegavî û pabendnebûna bi biryar û rênimayan, ji îro (Çarşem, 17.07.2024) ve ji aliyê Polîsên Hewlêrê ve helmeta desteserkirina parsek û falvegiran û hemî wan kesên li beranberî pêşangehên firotina erebeyan kar dikin û ew zarok û sinêleyên li trafîklaytan kelûpelan difiroşin dest pê kir.”

Li dû wê ragehandinê, ew helmet dê berdewam be û tevaya wan jinên bi heceta parsekî û falvegirtinê li devera pîşesaziyê ya başûr û bakurên bajarê Hewlêrê hene û hemî zarok û sinêleyên ku li tirafîklaytan kelûpelan difiroşin û ew kesên li beranberî pêşangehên erebeyan jî kar dikin dê bên desteserkirin û rêkarên qanûnî li beranberî wan dê bên bicihanîn.

Fly Erbil Advertisment