Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo pêşxistina pîşesaziya dermanan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo rêkxistina sektora dermanan li Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi avadankirin û vekirina kargehên nû yên dermanan li gor standardên navdewletî kiriye.
Kargehên ku li Herêma Kurdistanê dermanan çêdikin, divê ji aliyê herhemanîn û kalîteyê ve bibin wek kargehên navdewletî. Heta niha 3 kargehên mezin ên dermanan ji bo peydakirina pêwîstiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine vekirin.
Peyamnêrê K24 serdana yek ji mezintirîn kargehên dermanan li Herêma Kurdistanê kir ku zêdetirî 168 cureyên dermanan berhem tîne. Ew kargeh li gorî pîvanên navdewletî kar dike û piraniya dermanên wê jî li nexweşxaneyên dewletê tên bikaranîn û.
Cîgirê Rêveberê Giştî yê Kargeha Awamedica Şaxawan Omer ku bi berdewamî kar di laboratuar û taqîgeha dermanan de dike got, ew bi baldarî kalîteya dermanan kontrol dikin û dişopînin.
Berpirsê Çavdêriya Bazarê di Kontrolkirina Kalîteya Dermanan de Govand Mehmûd got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanc dike ku sektora dermanan bi rêya avakirina kargeh û dezgehên nû yên dermanan birêxistin bike.”