Bi zêdetirî 12 milyar dînaran sê piroje li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tên bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi gojimê zêdetirî 12 milyar dînaran, dest bi bicihanîna sê pirojeyan li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tê kirin.

Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro (Pêncşem, 18.07.2024) berê binyatî ji bo sê pirojeyan bi gojimê zêdetirî 12 milyar û 420 milyon dînaran dana.

Ew piroje ji çêkirin û nûjenkirina rêya çepên Şeranişê, çêkirina bingeheke tendirustiyê li nahyeya Derkarê û herwesa dabînkirina amûrên pizişkî û tendirustî ji bo sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê pêk tên.

Fly Erbil Advertisment