Sedema arêşeya teknîkî ya Microsoftê eşkere bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Kompaniya Ewlehiya Eliktironî (CrowdStrike) sedema çêbûna arêşeya teknîkî ya cîhanî eşkere dike û radigehîne, “Vebirîneke demkî di sîstema Microsoftê de li wê demê qewimiye ku bizav ji bo nûkirina sîstema xwe dikir.

CrowdStrike parve kiriye ku li ser çarekirina wê arêşeya di bernameya Microsoft 365ê de qewimiye berdewam e ya ku ji ber nûkirina sîstema Windowsê çê bûye, ev jî bûye sedema jikarkeftina sîstema Windowsê.

Herwesa ragehandiye ku, nizanin ka dikarin ji bin xerciya darayî ya wê zirara cîhanî derbikevin an ne, ku ji ber çalakiyeke kompaniya CrowdStrike bi kompaniya Microsoft û welatan keftiye.

Ew arêşe û têkçûna eliktironî ya ku îro cîhan vegirtiye bandor li ser her du sîstemên Mac û Lenoxê nebû.

Kanala CNNê ya Amerîkayî parve kiriye ku, ji ber wê arêşeya teknîkî ya ku di Windows Microsoftê de qewimioye bi nêzî 60 milyar dolaran zirar gehiştiye wê. Herwesa tê texmînkirin ku ji ber têkçûna xizmetkariyan bi milyaran dolaran zirar gehiştibe kompaniyên geştyariyê û kertên bankî.