Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî roja dawî ya Lûtkeya Cîhanî ya Lawan dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê (26ê Mijdara 2026an), beşdarî roja sêyem a Lûtkeya Cîhanî ya Lawan dibe.

Di roja dawî ya Lûtkeya Cîhanî ya Lawan de, çar yadaştnameyên hevtêgihîştinê ligel hevbeşên navdewletî tên îmzekirin, ku dê bi rêya bernameyên pevguherîna ezmûnên ciwanan, rahênan, bihêzkirina şiyanan û bernameyên hevbeş deriyên nû ji ciwanên Herêma Kurdistanê re vekin, da ku her sê rojên Hewlêrê bibin hewênê hevkariyeke demdirêj.

Her di roja sêyem a lûtkeyê de, bi hûrgilî bal tê kişandin ser projeyên destpêşxeriya "10 Pirsgirêk 10 Çareserî" û ciwanên beşdar tên nasandin.

Damezrênerê Kurdistan Foundationê Arîn Mesrûr Barzanî ji bo lûtkeyê di peyamekê de ragihandiye: "Kurdistan deriyên xwe ji ciwanên cîhanê re vedike, ne tenê wekî mêvan, belkî wekî hevbeş di nexşandina paşerojê de."