Pêkhateyên Herêma Kurdistanê zimanê leşkerî û gefan ji aliyê Bexdayê ve red dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêkhateyên neteweyî û olî yên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de, nîgeranî û matmayîna xwe ya kûr li hemberî daxuyaniyên Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê nîşan dan û bi temamî zimanê leşkerî, gef û her biryareke derveyî destûrê red kirin.
Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Merûf îro Pêncşemê (26ê Mijdara 2026an), piştî civîneke şêwirmendiyê ya li ser pêşhatên dawî ku bi amadebûna nûnerên pêkhateyên neteweyî û olî hat lidarxistin, daxuyaniya hevbeş a pêkhateyên Herêma Kurdistanê ragihand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wekî pêkhateyên neteweyî û olî yên Herêma Kurdistanê, em bi nîgeranî û matmayîneke kûr li daxuyaniya dawî ya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê dinêrin; bi taybetî di demekê de ku kanalên gotûbêj û hevtêgihîştinê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî vekirî ne."
Pêkhateyên Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya fermî di van çar xalan de diyar kiriye:
1- Em bi temamî zimanê leşkerî, gef û êrîşkirinê red dikin; ji ber ku ev şêwaz di berjewendiya ti aliyekî de nîne û xizmeta aştî û aramiya welêt nake.
2- Em her biryar û gaveke ku li derveyî destûrê be red dikin û tekez dikin ku divê destûr serwer û yekalîkerê hemû pirsgirêkan be.
3- Avakirina Iraqeke aram ji bo hemû pêkhateyan, pêdivî bi pêbendbûna bi destûrê, bingehên hevbeşiya rasteqîn û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê heye.
4- Em li dijî her cûre alozî û dijwariyekê radiwestin ku bibe sedema têkdana aramiya Herêma Kurdistanê û çanda pêkvejiyanê.
Di dawiya daxuyaniyê de jî hatiye tekezkirin: "Di vê qonaxa hestiyar de, em yekrêziya Herêma Kurdistanê û hestkirina bi berpirsiyariya niştimanî ji aliyê hemû pêkhate û aliyên siyasî ve, wekî take rêya derbaskirina astengiyan dibînin."