Çayxaneya Gerbîs li Qamişlo hemû pêkhateyan li xwe dicivîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Çayxaneya Gerbîs yek ji cihîn naskir ya Qamişlo ye û rojane xelkê bajêr û gundewarê wê ji ciwan û kesên bi temen serdana vê dikin, da ku demeke xweş bi hev re derbas bikin.

Li Çayxaneya Gerbîs, çîrokên kevin û pirsgirêkên nû têne vegotin, ji ber wê jî ev çayxane bûye xeleka girêdana dema niha bi dîrokê re.

Nivîskarê Kurd Mihemed Ferhan li ser şayxaneya Gerbîs dibêje: “Gelek hunermend û Serokê dihatinê, wek Cemal Ebdulnasir û xeynî wî. Herwiha gelek serokên eşîran dihatinê û pirsgirêkên ku hebûn lê çareser dikirin. Herwiha hunermendê Kurd Mihemed Arif Cezîrî jî li vir ahengek lidar xist. Vê çayxaneyê roleke pir mezin di nava civaka Qamişlo de lîst û milet li hev kom dikirin.”

Ev çayxaneya ku ji aliyê kesekî Xirîstiyan ve di 1944an de hatibû avakirin, îro hemû pêkhateyên Qamişlo û gundewarê wê ji Kurd, Ereb û Xiristyanan lê dicivin.

Welatî Ferhan Elî got: “Ev çayxaneke gelêrî ye û kevin e, ber bav û kalêm me dihatinê. Herwiha Kurd, Ereb û Xiristiyanan dihatinê û em dixwaz ew her wiha jî bimîne.”