Li Dîlokê di qezayeke trafîkê de 21 karker birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê di encama lihevketina du mînîbusan de, 21 karker birîndar bûn.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, du mînîbusan ku karker vediguhastin li ser rêya Dîlokê li hev ketin.

Li gorî zanyariyan, di encama qezayê de 21 karker birîndar bûn, yek ji wan birînên wî giran e.

Birîndar ji aliyê tîmên hawarçûnê ve bo nexweşxaneyan hatin veguhestin û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.