Firingiyên hişkkirî yên Diyarbekirê bo Ewropa û Amerîka tên şandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê 3 sal berê bazirganiya firinigiyên hişkkirî dest pe kiribû û li ser 26 hezar berecot zevî firingî hatibû çandin, lê îsal ser 38 hezar berecot zevî firingî hatiye çandin û endazyar dibêjin, ji ber ku li gorî ceh û genim, hilberîna firingî zêdetir e, cotkar jî berê xwe didin firingî di heman demê de bo gelek welatiyan jî dibe deriye debarê ku karker rojane 15 demjimêran kar dikin.
Hişkirina firingiyan di nava cotkaran de êdî wek pêşangeha firingiyan tê binavkirin ku zevîyên dora Diyarbekirê bi firingiyan sor bune. Pêvajoya hişkkirina firingiyan li Diyarbekir di tîrmehê de dest pê dike û navbera 45-50 rojan didiome. Endazyarên çandiniyê didin zanîn ku salên dawîn de cotkar berê xwe didin firingî ku ji 13 kîlo firingî 3 kîlo firingiyê hişkkirî tê bidestxistin, firingiyên bi kêrê tên jêkirin tên xwêkirin û 5-6 rojan ber tavê dimînin. Pispor balê dikêşin ku 3 sal in cotkaran berê xwe dane firingiyan ku îsal 38 hezar berecot zevî de firingî hatin çandin.
Endazyarê Çandiniyê Şaban Yilmaz ji K24ê re got: “Berê genim, ceh, zebeş diçandin ; niha ji ber ku av hat û tav jî zêde ye berê xwe didin firingî. Ji berecotek zevî 600 kîlo genim tê bidestxistin, ji berecotek zevî 16 hezar ton firingî tê bidestxistin, kîloyek genim 6-7 lîre ye, kîloyek firingî 4-5 lîre ye.”
Hişkkirina firingiyan sudê dide dabînkirina kar jî ku di pêvajoya hişkkirinê de ji 2 hezarî zêdetir welatî li Diyarbekir kar dikin û muçeyê rojane yê karkeran jî navbera 700 lîre û 1500 lîre de ye ku karker di bin tava dijwar de rojane 15 demjimêran dişixulin .
Karker Zelîxe Demîr dibêje: “Serê sibê 5ê em dest bi kar dikin û heta demjimêr 8ê êvarê dişixulin. 2 mehan firingî li erdê ne, Tav e germ e zehmet e, em bi malbata xwe ve hatin, zarok jî hatine. Em her sal tên.”
Di nava 3 salan de li Diyarbekirê 355 hezar ton genim hatiye bidestxistin, firingiyên Diyarbekirê ewqas navdar bune ku pîzzayên navdar ên Îtalya de jî firingiyên Diyarbekir tên bikaranîn.