Pakistan: Bo tevlîbûna di danûstandinan de nîşanên erênî ji Tehranê gihîştine me
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsên Pakistanê ragihandin ku, wan nîşanên dilxweşker ji bo vegera ser maseya danûstandinan ji Tehranê wergirtine. Di demekê de ku tenê çend saet ji bo bidawîbûna agirbestê mane, dîplomasiya Pakistanê bizavê dike ku wan gumanên ji ber pevçûnên deryayî çê bûne verevîne daku sibe li Îslamabadê mezintirîn lihevkirina aştiyê li deverê bê îmzekirin.
Berpirsekî bilind ê Hikûmeta Pakistanê îro (Duşem, 20ê Nîsana 2026ê) ji ajansa Reutersê re ragihand ku, welatê wî baweriyeke temam heye ku dikare aliyê Îranî ji bo tevlîbûna di gera duyê ya danûstandinên ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de razî bike.
Wî berpirsî herwesa got: "Nîşanên erênî ji aliyê Îranê ve gihîştine me." amaje jî kir ku, tevî ku rewş hîn bi temamî ne aram û hestiyar e, lê Îslamabad hemî bizavên xwe dike daku piştrast bibe ku şanda Îranê dê di wan danûstandinan de amade be yên ku biryar e sibe Sêşemê an dusibe Çarşemê bên destpêkirin.
Wê çavkaniyê tekez kir ku Pakistan ligel Tehran û Waşintonê di peywendiyeke cidî û berdewam de ye. Ev bizavên dîplomatîk ên Îslamabadê di demekê de ne ku dema bidawîbûna agirbestê, ku ji aliyê Donald Trump ve hatibû diyarkirin, gelek nêzîk bûye.
Ev daxuyaniya hêvîbexş a Pakistanê piştî wê yekê tê ku Tehranê pêştir ji ber berdewamiya dorpêça deryayî ya Amerîkayê dudiliya xwe di şandina şandê de nîşan dabû. Pakistan dixwaze berî ku agirbest di 21ê Nîsanê de bi dawî bibe, her du aliyan li ser maseyekê kom bike daku lihevkirina dawiyê bê îmzekirin û rê li ber destpêkirina şer bê girtin.