Şerê li Hurmizê bandor li cotkaran kir: Bihayê gubreyê li Tirkiyeyê giran bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Qeyrana ku li Tengava Hurmuzê rû dide ne tenê di warê sotemeniyê de di heman demê de di warê çandiniyê de jî pirsgirêkan bi xwe re tîne. Ji ber ku %35ê gubreya kîmyewî ya ku di hiberîna çandinî de tê bikaranîn ji tengava Hurmuzê derbas dibe bihayê gubre li Tirkiyeyê %50 zêde bû û endazyarên çandiniyê didin zanîn ku rewş wisa bidome dê di warê çandiniyê de pirsgirêk kurtir bibe. Bi vê yekê ve girêdayî Wezareta Çandiniya Tirkiyeyê hawirdekirina gubreya ku amonyum nitrat tê de ye serbest kir ku gubreya amonyum nitrat 10 sal in li Tirkiye qedexe bû.

Ji ber şerê Emerîka, Îsraîl û Îranê bazirganiya bi Tengava Hurmuzê re dihat kirin, zirarek mezin dît û ji ber ku kêmzêde %30ê bazirganiya cîhanê ya gubreya kîmyewî bi tengava Hurmuzê re dihat kirin, di qada çandiniyê de jî qeyrana hilberînê her ku diçe mezin dibe. Li Tirkiyeyê jî bihayê gubre li gorî beriya şer %50 zêde bûye. Pisporên qada çandiniyê didin zanîn ku gubre di qada çandiniyê de bo hilberîna bi qelîte gelek girîng e û pêdiviyek sereke ye.

Endazyar û Berpirsê Polîtîkayên Çandiniyê ya Hak Parê Hanîfî Eren ji K24ê re got: “3 cureyên gubreya nitrat hene, amonyum nitrat, potasyum nitrat, kalsiyum nitrat, ev gubre qelîteya berheman bilind dikin û hilberînê zêde dikin, Tirkiye di vî warî de girêdayî derve ye û ew bi xwe nikare hilberîne, wezîrê karê derve dibêje me têra xwe heye lê li Tirkiye biha %50 zêde bû.”

Gubreya Tirkiye ya di qada çandiniyê de tê bikaranîn ji welatên wek Çîn, Îran, Turkmenîstan û Rusyayê tê kirrîn û Ji ber ku gubre wek berê peyda nabe jî Wezareta Çandinîya Tirkiyeyê qedexeya ser gubreya ku amonyum nitrat tê de ye rakir ku ji ber ku di çêkirina bombeyan de dihat çêkirin ji sala 2016an ve qedexe bû. Her wiha Baca ser gubre hat rakirin, hinardekirin hat rawestandin.

Serokê Jura Endazyarên Çandiniyê yê Yenîşehîr a Diyarbekirê Suleyman Îskenderoglû dibêje: “%60ê gubreya Tirkiye ji Tengava Hurmuzê re tê, dema ji wir neyê jî alternatif Rûsya ye lê Rısya jî biryar daye êdî gubre nefiroşe derve, dema wisa be malik li cotkaran dişewite, genim bi gubre tê ahotin, pembû û garis bi gubre tê ajotin.”

Pispor balê dikêşin eger qeyrana tengava Hurmuzê heta payîzê jî bidome dê di warê hilberîna çandiniyê de li Tirkiyeyê jî û li seranserê cîhanê jî qeyran kûrtir bibe.