Li Sêrtê 6 jinên govend gerandibûn hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li naveya Misircê ya Sêrtê şeş keç ji ber gerandina dîlanê hatin binçavkirin. Keçên hatine binçavkirin, bi bangeşeya PKKê tên tometbarkirin.

Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, 6 jinên ku di dawetekê de govend gerandibûn, piştî dîmenên wan li ser medyaya civakî hatin parvekirin, bi hinceta “propagandaya terorê dikin” hatin binçavkirin.

Parêzgarê Sêrtê da xuyakirin, kesên hatine binçavkirin, bi stranan bangeşeya PKKê kirine.

Li Mêrsînê jî, roja 25’ê Tîrmehê 9 ciwan, ji ber govend û dîlanê, bi tometa bangeşa PKKê hatibûn zîndankirin.