Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmarek ji zeviyan tên dabeşkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî zevî li ser karmend û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li deverên madeya 140 ya destûrê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne, tên belavkirin.
Wezîrê Şaredarî û Geştûguzar Sasan Ewnî îro 28ê Tîrmehê ragihand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye me û em raspardine ku karên pêwîst bikin, ji bo zeviyan bidin karmend û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ku xwediyê kartên zaniyariyê yên navçeyên maddeya 140 a destûrê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne.”
Sasan Ewnî diyar kir, “Me nameyek ji hemû wezaret, dezgeh, fermangeh û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şandiye ku bi razemendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tedbîrên pêwîst bigirin, ji bo dana formên zevî bo karmend û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku xwediyê kartên zanyariyê yên navçeyên madeya (140) ya destûrê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne.