Bikaranîna “devikê rihtiraşînê” hat qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bikaranîna “devikê rihtiraşînê” li Herêma Kurdistanê hat qedexekirin û divê li şûna wê “gûzankên rêwîtiyê” bên bikaranîn.

Bi biryara Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Barzanî û ji bo kontrolkirina nexweşiyên veguhez, bikaranîna devikê rihtiraşînê li dikanên berberiyê tên qedexekirin.

Wezîrê Tendirustiyê biryar ji dezgehên tenduristiyê yên parêzgehan û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê re şand û daxwaz ji tîmên çavdêriyê yên dezgehan kir, berberan pabend bikin ku li şûna “devikê rihtiraşînê” “gûzankên rêwîtiyê yên yekcarî” bikar bînin.

Li gorî biryarê, divê “gûzanên rêwîtiyê” tenê carekê werin bikaranîn. Herwiha Wezîrê Tenduristiyê daxwaz kir ku bikaranîna “gûzankên rêwîtiyê” bibe şertek ji bo nûkirina destûrnameyên tenduristiyê yên berberan.