Hejmara kuştiyên Xezzeyê gehişt 39 hezar û 363 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara qurbaniyên êrîşên artêşa Israîlê yên li ser kertê Xezzeyê bilind bûye û artêşa Israîlê jî li ser êrîşên xwe û lêdana çekdarên Bizava Hemasê ya Filistînî berdewam e.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê îro (Duşem, 29.07.2024) ragehand, “Ji ber êrîşên artêşa Israîlê yên li ser kertê Xezzeyê, hejmara kuştî û birîndaran roj bi roj zêdetir dibe û di eynî demê de jî xelk tûşî birsîtî û nexweşiyên giran bûye.”

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê amaje jî da, “Ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê, hejmara kuştiyan ji bo 39 hezar û 363 kesan bilind bûye, herwesa hejmara birîndaran jî gehiştiye 90 hezar û 923 kesan.” Ron jî kir ku, 70% ya qurbaniyan jin û zarok in.

Wezareta navbirî eşkere jî kir, “Di dema 24 seetên borî de, 39 Filistînî hatine kuştin û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûne.”

Kertê çaksaziyê yê xwedan pêdivîtiyên taybet li tora rêkxistinên nehikûmî yên Filistînê li ser berdewamiya êrîşên Israîlê yên li ser kertê Xezzeyê haydarî da.

Kertê navbirî herwesa ragehand, “Ji verêja êrîşên Israîlê, heta niha zêdetirî 10 hezar kesan bûne kêmendam, ku nîva wan zarok in.

Çekdarên Bizava Hemasê li roja 07.10.2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, di wê êrîşê de zêdetirî yek hezar û 400 Israîliyan hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, herwesa 240 welatiyên Israîlî jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.