Omîd Sebah: Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji her kesî zêdetir xwe xemxurê Silêmanî û Helebceyê dizane

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji her kesî zêdetir xwe xemxur ji bo Silêmanî û Helebceyê dizane û daxwaz kiriye ji bo xizmetguzariya wan bên pêşxistin.
Sebah di kongreyeke rojnamevanî de got: “Piştî ku Serokwezîr serdana Silêmaniyê kir û li Dîwana Parêzgariyê ligel parêzgarên Silêmanî û Helebce û berpirsên yekeyên îdarî civiya, guhdariya hemû daxwazan kir û em raspardin ku em xizmeta van parêzgehan û îdarên serbixwe bikin. Di heyama mehekê de me karî daxwazan cibicî bikin.”
Herwiha tekez kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji her kesî zêdetir xwe xemxur ji bo Silêmanî û Helebceyê dibîne. Herwiha got: “Serokwezîr em raspardine ku divê xizmetguzarî li Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê bên pêşxistin.”
Derbaê biryarên ku îro hatine girtin, Omêd Sebah got: “Ew biryarên ku hatine dayîn, li ser asta îdarî û bihêzkirina zêdetir a desthilatan ne. Biryarên di warê darayî de jî di warê zêdekirina Nasriye û Milakatê de ne. Herwiha biryar hat dayîn ku arîşeyên zeviyên vê herêmê bên çareserkirin.”
Herwiha got: “Gelek proje li Silêmaniyê nehatine temamkirin û rawestiyane, ji ber wê jî îro biryarên pêwîst hatine dayîn û em hêvîdar in ji bo her kesî xêr û xweşî be.”
Serokê Dîwana Encûmena Wezîran behsa pirsgirêka venegerandina dahata Silêmaniyê bo xezîneya Wezareta Darayî kir û got jî: “Encûmena Wezîran biryar daye ku hemû dahat li cihekî bê komkirin û bi dirêjahî gotûbêj kirîye, çawan dahat li yek cîhî bê komkirin û paşê bi awayekî wekhev li ser hemû xelkê Herêma Kurdistanê bê dabeşkirin.”
Diyar kir jî, heta yasaya budceyê tê danîn, ew biryarên Encûmena Wezîran dibe nexşerêyek ji bo rêkxistina darayî li Herêma Kurdistanê.