Teqînek li bakurê parêzgeha Babîlê rû da: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku di encama teqînekê li bakurê Babîlê de, hejmarek kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama êrîşa nenas a li ser çepereke Heşdî Şeibî de, 7 ji hêzên Hizbullaha Iraqî de hatin kuştin.

Medyaya Îraqî aşkere kir, çepereke Heşdî Şeibî li navçeya Cerf Sexir hatiye bombebarankirin. Li gorî agahiyên destpêkê di encama bombebaranê de 7 çekdarên Heşdî Şeibî hatine kuştin.

Amaje bi wê jî kirin, tîmên rizgarkirinê gihîştin cihê teqînê û tê pêşbînîkirin ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibe, ji ber ku birîna hinek ji birîndaran giran e.

Parêzgarê Babîlê Ednan Feyhan tîmên tenduristiyê û hawarhatinê raspardin ku birîndarên Heşdî Şeibî di zûtirîn dem de derman bikin.

Fly Erbil Advertisment