Li Xarpetê erhejek çê bû

Erdhej
Erdhej

Diyarbekir (K24) - Li Xarpetê erhejek bi hêza 3.4 û bi kûrahiya 3.6 kîlometran çê bû.

Li gor Enstîtûya Lêkolînên li ser Erdhejê ya Kandîllîyê li Siceya navçeya Xarpetê, îşev seet 21.26 erdhejek bi hêza 3.4 çê bû.

Kûrahîya erdhejê 3.6 kîlometryan hat pîvandin. 

Pêştir çend caran erdhej li Xarpetê qewimîn. Di daxuyaniya AFADê de hatibû diyarkirin ku, li roja 20.05.2024 seet 12:28 li navçeya Xarpêtê ya Sîvrîceyê erdhejek bi pileya 4.0 çê bûbû û kûrahiya wê jî 4.55 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvandin.

Pêştir li roja 03.05.2024ê jî li herêma navçeya Sîvrîceyê ya ser bi Xarpêtê ve bi hêza 4.0 erd hejiya û kûrahiya wê heta 6.4 kîlometran çû û li Xarpêtê û bajarên nêzîk bû sedema metirsiyê.

Fly Erbil Advertisment