Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Îtalyayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Tebaxê pêşwazî li Balyozê Îtalyayê li Iraqê Maurizio Greganti kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Îtalyayê li Iraqê ku bi boneya bidawîhatina erkên xwe yên li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû, tekezî li ser dostaniya di navbera gelê Îtalya û gelê Kurdistanê de kir û hêvî xwast peywendiyên di navbera her du aliyan berfirehtir bibin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Îtalyayê li Iraqê xwest, amaje bi têkeliyên di navbera gelê Kurd û Îtalyayê de kir û ew peywendî bi dîrokî û dostane binav kir.

Rewşa siyasî ya Iraqê, peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de, metirsî û pêşhatên navçeyê, hebûna hêzên hevpeyman li Iraqê û herwiha giringiya hilbijartinên Herêma Kurdistanê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Hêjayî gotinê ye ku di civînê de Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Michele Camerota jî amade bû.