Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê du birayên ji Efrînê hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, di encama kemînekê de du birayên ji gundewarê Efrînê ji aliyê du kesên çekdar ve bi awayekî hovane hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, bûyer duh Duşemê (02/11/2026) derdora saet 10:30’ê sibehê, li taxa Şêx Meqsûd a Helebê qewimiye. Di encama êrîşeke çekdarî de du ciwanên ji gundê Mamelê yê li herêma Efrînê hatin kuştin.
Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan, qurbaniyên vê tawanê Husên Reşad Osman (27 salî) û Ebdo Reşad Osman (30 salî) ne.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, tawanbarên sereke Husên Tirkmanî ye ku bi navê “Eswed” tê naskirin; çeteyekî berê yê koma çekdar a “Hemzat” bû û Kesekî din ê bi navê Hebo ye.
Hat ragihandin ku her du tawanbar beriya nêzîkî du mehan li taxa Şêx Meqsûdê bicih bûne û li kolanê ji ber reftarên xirab û nerehetkirina xelkê taxê, di navbera her du birayan û tawanbaran (Husên Tirkmanî û Hebo) de gengeşî derket. Piştre Husên Tirkmanî gefa kuştinê li her du birayan xwar û kemîn ji wan re danî û gule li wan reşandin. Her du bira ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan û kujer jî ji cihê bûyerê reviyan.
Rêxistinê ev tawan bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku kujerên reviyayî bi lez bên girtin, radestî dadgehê bên kirin û ji bo parastina can û malê sivîlan sînorek ji bo çeteyên berê bê danîn.
Şêniyê Şêx Meqsûdê ji ber belavbûna çekan, lawaziya ewlehiyê û hebûna milîsên çekdar ên ku nêzîkatiyên nijadperest li hemberî kurdan nîşan didin, nîgeraniya xwe anîn ziman.