Li Yûnanistanê 2 welatiyên Tirkiyeyê bi tometa qaçaxiya koçberan hatin zîndankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Yûnanistanê du welatiyên Tirkiyeyê, bi tometa qaçaxiya koçberan hatin zîndankirin.

Hêzên Ewlekariya Beravên Yûnanistanê, roja 23'ê mehê nêzîkî girava Sîmî belemeke penaberan bi teqekirinê dabû rawestandin û di encamê de koçberekî canê xwe jidest dabû.

Li gor zanyariyan, di bûyerê de tevî koçberan du welatiyên Tirkiyeyê ku bi rêkxistina qaçaxiya koçberan tên tometbarkirin hatin desteserkirin.

Kesên hatine binçavkirin, li girava Rodosê derketin pêşberî dadgehê û biryara girtina wan hate dayîn.