Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xelatên darayî dibexişe werzişvanên yekem

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da, ku xelatên darayî yên herdemî ji bo yane û şampiyonên ku di xul û pêşbirkên navxweyî û biyanî de pileyên yekem bidest bixin bê dayîn.
Rêveberiya Giştî ya Werzîşê ya Kurdistanê ragihand, wan bi rêya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan re, daxwaza xelatkirina tîm û werizişvanên serkeftî kirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî razî bû xelatên darayî pêşkêşî werzişvan û tîmên serkeftî bê kirin.
Li gorî daxuyaniyê, ji niha û pê de, tîm, yane û werzişvanê li ser asta xulên navxweyî, Iraqî, Asya û cîhanê nasnavan yan jî pileyên yekem, duyem û sêyem werbigirin, dê xelatên darayî werbigirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Li ser navê werzişvanên Kurdistanê, em spasiya rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û birêz Dr. Omîd Sabah, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran bikin ku ter tim piştevaniya werzişvan û tevgera werzişî ya Kurdistanê kirine.”