Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê mana artêşa welatê xwe li Sûriyeyê pêdivî dibîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyek ji Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê tekez dike ku, armanca hebûna artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê ji bo rêgirtina li zêdetir hilweşiyana wî welatî ye, ku ji ber şerî ketiye bin bandora komên “teroristî”.
Berpirsekî Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê îro (Pêncşem, 29.08.2024) tekez kir, sedem û armanca hebûna artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê ji bo rêgirtina li zêdetir hilweşiyana Sûriyeyê ye, ku ji ber şerî ketiye bin bandora komên “teroristî”.
Daxuyaniya wî berpirsê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê piştî daxuyaniyeke Serokê Sûriyeyê Beşar Esed tê, ku li roja Yekşema borî (25.08.2024) gotibû ku, vekêşana hêzên artêşa Tirkiyeyê ji axa welatê wî ji bo lihevnêzîkbûna her du welatan wekî şert nabîne, xasma ku pêştir daxwaz kiribû û wekî şert danabû.”
Çavkaniyekê ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, ku nexwest navê wê bê eşkerekirin, duhî (Çarşem, 28.08.2024) pêdivî dît ku berî behskirina vekêşana hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê, ew welat ji terorê bê pakijkirin û jîngeheke guncayî ji bo vegeriyana dilxwazane ya awareyan peyda bike.