Swîsra balyozxaneya xwe li Bexdayê vedike û Îraq jî pêşwaziya wê dike

Alayên Îraq û Swîsrayê
Alayên Îraq û Swîsrayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî 33 salan ji daxistinê, Swîsra careke din balyozxaneya xwe li Îraqê vedike. Wezareta Derve ya Îraqê jî amajeyê dide, “Vekirina Balyozxaneya Swîsrayê li Bexdayê daxwaza her du welatan e.”

Piştî 33 salan ji daxistinê, Swîsrayê îro (Sêşem, 03.09.2024) careke din balyozxaneya xwe li Îraqê vekir. Li dû ragehandina wê balyozxaneyê jî, tîma wê balyozxaneyê ji sê fermanberan pêk tê.”

Balyozxaneya Swîsrayê li Îraqê herwesa ragehand, “Armanc ji vekirina wê balyozxaneyê bihêzkirina peywendiyên navbera her du welatan di warên siyasî, diplomasî, aborî, ewlehî û koç û koçberan de ye.”

Balyozxaneya navbirî ron jî kir, “Armanceke din a vekirina wê balyozxaneyê avêtina pêngavan ber bi zêdetir kûrbûna Swîsrayê di nav devera Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de ye.”

Wê balyozxaneyê herwesa got, “Rewşa ewlehiyê li Îraqê di van çend salên dawiyê de baş bûye û pirsa koçberan di navbera her du aliyan de ji serekîtirîn pirsan dibe.”

Wezareta Derve ya Îraqê jî ji aliyê xwe ve di ragehandinekê de pêşwaziya vekirina Balyozxaneya Swîsrayê li Îraqê kir û amaje da, “Vekirina Balyozxaneya Swîsrayê li Bexdayê hez û daxwaza her du welatan e, ji bo bihêzkirina peywendiyan li ser astên cuda cuda.”