Keça Eyad Elawî dibe Şêwirmenda Serokwezîrê Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgira Sikirtêrê Giştî yê Partiya Wîfaqê ya Niştîmanî ya Îraqê dibe Şêwirmenda Serokwezîrê Îraqê ji bo Karûbarên Rêkxistinên Civaka Sivîl.
Cîgira Sikirtêrê Giştî yê Partiya Wîfaqê ya Niştîmanî ya Îraqê Sare Eyad Elawî bû Şêwirmenda Serokwezîrê Îraqê ji bo Karûbarên Rêkxistinên Civaka Sivîl.
Bi helkefta destpêkirina karî li ser postê wê yê nû di Hikûmeta Îraqê de, ji aliyê Bingeha Giştî ya Partiya Wîfaqê ve peyameke pîrozkirinê jê re hatiye arastekirin û tê de hatiye, serkirdetî û tevaya endamên wê partiyê daxwaza serkeftinê di erkê wê yê nû de li nêzî Serokwezîrê Îraqê ji bo xizmetkirina xelkê Îraqê jê re dikin.
Herwesa ew hêvîdar in ku Sare herdem li ser rêya Eyad Elawî yê babê xwe berdewam be, ku Sikirtêrê Giştî yê Partiya Wîfaqê ya Niştîmanî ya Îraqê ye.
Sare Eyad Elawî li sala 1989ê hatiye ser dinyayê, di nav partiya babê xwe de pileya Cîgira Sikirtêrê Giştî heye û Berpirsa Doza Lawan e, herwesa Seroka Rêkxistina Pêkve ya Alîkariyên Mirovî ye jî. Dema ku Eyad Elawî Cîgirê Serokkomarê Îraqê bû, Sare şêwirmenda wî bû.