Cîgirê Parêzgarê Enbarê û 2 zarokên wî di bûyereke trafîkê de mirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rêya Tikrît û Kerkûkê bûyereke hatûçûnê rû da û tê de 4 kesan canê xwe jidest dan ku yek ji wan Cîgirê Parêzgarê Enbarê bû.

Jêderekî ewlehiyê ji medyaya xwecihî re ragihand, şeva borî li ser rêya Tikrît û Kerkûkê, otomobîlek ji cureya Land Cruiser û kamyoneke mezin li hev ketin.

Wî jêderî da zanîn, “otomobîla Land Cruiser di encama bûyerê de agir pê ket û çar kesên tê de bûn canê xwe jidest dan ku yek ji wan Cîgirê Parêzgarê Enbarê Safa Rîşawî bû”.

Amaje bi wê jî kir, 2 zarokên Cîgirê Parêzgarê Enbarê jî di bûyerê de canê xwe jidest dan.

Pêştir jî Berdevka Wezareta Plandananê Abdulzehra Hindawî gotibû ku par 11 hezar û 552 qezayên trafîkê rû dane, tê de 3262 kesan canê xwe jidest dan û 8290 kes jî birîndar bûn.