Serkar Sûrçî: Îsal li Herêma Kurdistanê 28 keysên tûşbûna bi Kolêrayê hatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê welatiyan haydar dike ku, hindî bikarin li derê xwarinan nexwen û herdem pabendî rênimayên xweparastinê bin. Tekez jî dike, “Heta niha çi keysên mirinê bi Kolêrayê li Herêma Kurdistanê nehatine tomarkirin.”
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Serkar Sûrçî di çarçoveya geşteke nûçeyên K24ê de got, “Nexweşiya Kolêrayê nexweşiyeke kujek a zikçûnê ye û sedema wê bektirya ye û çavkaniya wê jî xwarin û ava pîs in, herwesa metirsiya wê zêdetir li ser zarok û danemran heye.”
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, “Ev nexweşî zêdetir li werzê germê belav dibe, herwesa pêdivî ye welatî pabendî rênimayên tendirustiyê bin.”
Dr. Serkar Sûrçî eşkere jî kir, “Îsal li Herêma Kurdistanê heta niha 28 keysên tûşbûna bi Kolêrayê hatine tomarkirin, lê tiştê dilxweşker ew e ku çi yek ji wan pê nemiriye, herwesa heta niha li parêzgeha Dihokê çi keys nehatine tomarkirin. Di van çend rojên borî de, li parêzgeha Hewlêrê 12 keys û li parêzgeha Silêmaniyê jî 16 keys hatine tomarkirin.”
Navbirî tekez jî kir, “Îsal li beranberî salên borî rêjeya tûşbûna bi Kolêrayê li Herêma Kurdistanê gelek kêm bûye, ev jî ji bo wê yekê vedigere ku Wezareta Tendirustiyê rêkarên xweparastina ji wê nexweşiyê gelek baş gehandine welatiyan.”
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê welatî haydar kirin û got, “Hindî hûn bikarin, li derê xwarinê nexwen. Eger we xwarin li derê xwarin jî, divê wê yekê li ber çav werbigirin û bizanim ew xwarin pakij e yan na û wê xwaringeh destûriya tendirustiyê heye an na.”
Dr. Serkar Sûrçî di derheqa keskatî de jî got, “Nabe bi çi awayan keskatî bi ava pîs bê avdan. Yanî avdana keskatî bi avekê ku çavkaniya wê nediyar be qedexe ye. Tiştê xweş ew e ku ev biryara Wezareta Tendirustiyê hatiye bicihanîn û xelk jî pabend e, lewma rêjeya tûşbûna bi Kolêrayê gelek kêm bûye.”a