Li navçeya Pilemor a Dersîmê bi heza 4.1 erdhej çêbû

Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê AFADê eşkere kir, li navçeya Pilemor a Dersîmê  bi heza 4.1 ê erdhej çêbû.

Ji alîye AFADê ve hat eşkerekirin, îro demjimêr 16.44 li navçeya Pilemor a Dersîmê erdhejêk bi heza 4.1 pek hat û kûrahiya 7.0 kîlometre hat pîvandin.

Erdehej li hinek bajarên deverê jî hatin hestkirin û bû sedema metirsiyê, lê belê heta niha ti agahî derbarê ziyanên canî yan madî nehatine belavkirin.