Serkirdeyekî Hizbullaha Iraqê li Şamê di êrişeke Îsraîlê de hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyekî Hizbullaha Iraqê li Şamê di encama êrişa droneke Îsraîlê de hat kuştin.
Ketîbeyên Hizbullahê yên Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand, yek ji serkirdeyên wan, ku wek şêwirmendê ewlekariyê li Şamê kar dikir, di êrîşa droneke Îsraîlê de hat kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, navê wî serkirdeyê Hizbullahê Ebû Heyder Xefacî bû duh Înê li Şamê di êrîşa Îsraîlê de hat kuştin.
Hizbullaha Iraqê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê bi piştgiriya têkoşîna gelê Filistînê ya li dijî Îsraîlê, berdewam bin.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, “otomobêla serkirdeyekî Hizbullaha Iraqê 10 k.m dûrî Firokeya Navdewletî ya Şamê şewitî hate dîtin.
Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê di 7ê Cotmeha sala 2023an de, artêşa Îsraîlê çendîn caran êrîşî Şamê kir û serkirdeyên Hemas, Hizbullaha Lubnanî û Pasdarên Îranê kirin armanc.