Serokwezîr Mesrûr Barzanî li nava Bazara Kevin a Zaxoyê geriya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî vekirina kargeha Silîvana, li gel Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo li ava bazara kevin a bajêr geriya û ji nêzîk ve guhdariya daxwazên dikandar û bazirganan kir.

Bazara kevin a Zaxoyê ku dîroka wê vedigere zêdetirî 100 sal berê, bi awayekî çandî û arkeolojîk hatiye nûjenkirin.

Bazara Zaxoyê ya bi navê “Sûka Tarî” tê naskirin hatiye nûjenkirin û bûye çavkaniya debara xelkê bajêr û amadekarî jî tê kirin ta ku pêşwaziya geştiyarên biyanî û navxweyî bike.

Bazara Kevin a Zaxoyê di nîvê Cotmeha 2022an de, 1.18 milyar dînarê Iraqî ji bo nûjenkirina wê hatibû terxankirin. Bazara Kevin a Zaxoyê ku ji 130 dukanan pêk tê, niha temam bûye.