Stenbol.. Rojên Plakê bo cara heştem pêşwaziya mûzîkhezan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Digel pêşveçûna teknolojiyê û avabûna sedan platformên mûzîkê yên dijîtal, xelkek heye ku dest ji plakên ku berhema 100 sal berê ye bernade. Li gor wan dengê plakê rasteqîntir û xweştir e ji dengê berhemên dijîtal. Wekî heft salên berê îsal jî berê vî xelkî li festîvala plakan a Stenbolê bû. Di festîvalê de hejmarek plakên Kurdî jî ber firotinê bûn. 

Rojên Plakê ya Kadikoyê bo cara heştê pêşwaziya mûzîkhezan kir. Vê carê jî pîr û ciwan bihezaran mûzîkhez berê xwe dan vê çalakiya herî girseyî ya Tirkiyeyê ya li ser mûzîka analog.

Ji stranbêjên Kurd heta Tirk û cîhanî bihezaran pilak ber firotinê bûn. Digel ku bi pêşketina teknolojiyê gihiştina mûzîkê gelek erzan û hêsan bûye, xelk ji mûzîka dijîtal ku berhema serdema hevçerx e, vedigerin plakê ku danera zêdetir ji 100 sal berê ye.

Plakfiroş Taylan Tetîk: “Ji ber ku dengê plakê xweştir û rasteqîntir e ji dengê mûzîka dijîtal. Lewma xelk êdî vedigerin plakê. Hezkirin û xerîbiya salên berê jî sedema duyem e. Ez 30 sal in vî karî dikim. Min qet bawer nedikir ku dê xelk bi hezkirineke wiha mezin vegerin plakê. Ez bawerim xelk dixwazin ji xwe re arşîva plakan çêkin.  Lewma vedigerin. Vegera bo plakê bêhempa ye bi rastî.”

Mûzîkhez di wê baweriyê de ne ku, gohdarkirina plakê ji bilî hezkirina dengê xweştir û xerîbiya salên berê, çand û rêûresmek li xwe digre.

Welatî: “Em ji platformên dijîtal jî ji plakan jî mûzîk gohdar dikin. Li gor min rêûresmeka gohdarkirina plakê heye. Tu plakê datînî li ser cîhaza wê, pal didî, gohdar dikî û diçî hizrên kûr. Lê mûzîka dijîtal ne wisa ye, gihiştina wê gelek hêsan bûye.”

Rojên Plakê ya Kadikoyê dê heta derengê şeva Yekşemê bi çend konsert û dîdaran berdewam bike.

Fly Erbil Advertisment