Amerîka pabendî piştevanîkirina Êzidiyên rizgarbûyî yên bin destê DAIŞê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê eşkere dike, Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê pabendî piştevanîkirina Êzidiyên rizgarbûyî yên bin destê DAIŞê ye.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 22.09.2024) parve kir, “Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittner bi Serokê Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê Dr. Nizar Şebîla re tevlî pêşangeha bîranîna qurbaniyên Êzidî û nasandina wan li ser astê cîhanî li zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê bû.
Konsulxaneya navbirî amaje jî da, “Ev pêşangeh bi piştevaniya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê hatiye rêkxistin.” Herwesa got, “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê pabendî piştevanîkirina rizgarbûyîyên destê çewsandinê ye, ji bo bikarin daxwaza mafên xwe yên dadperwerane bikin û dubare jiyana xwe ya şkomendane ava bikin.”