Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Hollanda ji bo çaksaziyên Kabîneya Nehem kir

Navenda Nûçeyan (K24) –Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Îlonê pêşwazî li Balyoza nû ya Hollandayê li Iraqê Janet Alberda kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna wê wek Balyoza nû ya Hollandayê li Iraqê kir û piştevaniya xwe ji bo zêdetir pêşdebirina peywendiyên dualî nîşan da.
Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Hollandayê kir, bi taybetî di piştevanîkirina çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê pirrengkirina aboriyê, pêşxistina sektora çandiniyê û karkirina ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê.
Balyoza Holendayê pêşketin û çaksaziyên Kabîneya Nehem bi taybetî di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyan û çaksaziya sektora bankî de bilind nirxand.
Mijareke din a hevdîtinê, tekezîkirina li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di rewşeke aram û dadperwerane de û dûrî binpêkirin û sextekariyê bû. Her du alî li ser pêwîstiya çavdêriya proseya hilbijartinan ji aliyê çavdêrên navdewletî hevnêrîn bûn.