Amerîka: Em dixwazin pêwendiyên me yên baş bi Pêşmerge û artêşa Iraqê re hebin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên siyasî û leşkerî bi hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê re dike û naveroka hevdîtina Sûdanî û Blinken ji K24ê re eşkere kir.

Berdevkî Herêmî yê Wezareta Derve Sam Welberg derbarê paşeroja Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê, pêwendiyên Amerîkayê bi Pêşmerge re, şerê di navbera Îsraîl û Hizbullaha Libnanî de û çend mijarên din, bersiva peyamnêrê K24ê li Washingtonê da.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî duhî Duşemê li New Yorkê di çarçoveyê civînên salane ya Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de, bi Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken re civiyabû.

Welberg hevdîtina di navbera Sûdanî û Blinken de, bi “pir girîng” binav kir û got: “Ev civîn berhemdar bû û gotûbêj li ser giringtirîn mijarên pêwendîdar bi peywendiyên dualî yên di navbera Iraq û Amerîkayî de, bi taybetî hewlên her du aliyan bo kêmkirina aloziyan li navçeyê, hatin kirin.”

Herwiha got, di beşeke din a civînê de, Sûdanî û Blinken “hewldanên hevbeş ji bo rûbirûbûna berdewamiya metirsiya rêxistina terorîst a DAIŞê û pêşeroja hêzên Amerîkî li Iraqê” gotûbêj kirin.

Welberg diyar kir: “Amerîka dixwaze peywendiyên wê yên leşkerî yên gelek baş bi hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê re hebin, ji ber wê jî tevî hemû guhertinan, Amerîka dê pêwendiyên xwe yên leşkerî ligel Iraqê berdewam bike û çavdêriya aramiya welat û navçeyê bi giştî bike.”

Fly Erbil Advertisment