Kurdistan24: Em hêvî dikin daxuyaniya YNKê ya boykotkirina saziya me ne rast be

Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Kurdistan24ê xwazyar e daxuyaniya Polîtburoya YNKê ya baykotkirina wê saziyê, ne rast be.

Polîtburoya YNKê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyekê bang li namzedên xwe kir ku Kurdistan24 boykot bikin.

Saziya Lêkolîn û Ragihandinê ya Kurdistan24ê xwazyar e ku ev ne helwesta fermî ya YNKê be, ji ber ku YNKê gelek caran doza azadiya ragihandinê û rojnamevaniyê li Silêmaniyê dike.

Tevî ku Kurdistan24, weke kanaleke niştimanî û berpirsîyar gelek caran li parêzgeha Silêmaniyê rê li ber karê wê hatiye girtin jî, lê belê em ji temaşevan û guhdarên xwe re piştrast dikin ku em ê berdewam bin li ser romala bi pîşeyane û veguheztina çalakî û bûyeran wekî xwe.

Kurdistan24 saziyeke nûçe û zanyariyan a bi nûtirîn teknolojiya serdemyane ye. Peyama me niştimanî û neteweyî ye, ji bo bihêzkirina rola ragihandê li Kurdistanê bi rêya dana zanyariyên rast û şopandinê, bi taybet jî ew bûyerên ku bala bînerên Kurdistanê dikişîne.

Em li Kurdistan24ê bi hemû hêza xwe kar dikin, ji bo ku di karê rojnamevaniyê de  berpirsyarene, profesyonel û li gor perensîp û pîvanên rojnamegeriyê bin.