Stranbêj Diljen Ronî straneka nû belav kir
Stenbol (K24) – Stranbêj Diljen Ronî strana xwe ya nû ya bi navê “Kejê” belav kir. Kejê cara pêşîn bi dengê Mihemed Arifê Cizirî bûbû straneka diyar. Lê niha bi enstrûmanên pircûre û teknikên nû yên mûzîkê û bi dengê hunermendeke ciwan ku pîşeya wî ya din bizîşkî ye, dikeve dilê hejêkiriyên mûzîka Kurdî. Diljen Ronî herwiha amadekariya konserteke mezin li bajarê Stenbolê dike.
Strana diyar a gelêrî ya Kurdî “Kejê” vê carê bi dengê Diljen Ronî bilind dibe. Ronî, ji bo Kejê ku duyem strana albûma wî ya “Ji Bîr Neke!” ye tê belavkirin, vîdeoklîbek jî çêkiriye.
Diljen Ronî li ser sedema jinûve berhemanîna Kejê bibîr dixe, berî ku gelek hunermend vê stranê bibêjin, Kejê yek ji stranên livdar û şoxûşeng a konsertên wî bû û lewma xwestiye bibe parçeyek albûma wî ya dawî jî.
Stranbêj Diljen Ronî ji K24ê re got: “Dema me di konsertên xwe de Kejê bi şêwaza xwe ya taybet digot, keyfa heyranên me gelek dihat. Me jî xwest bila di albûmê de cihê ‘Kejê’ jî hebe. Armanca me ne ew bû ku, em ‘Kejê’ dubare bikin. Wekî din em dema jinûve dibêjin, em hestên xwe jî li stranê zêde dikin bi formateka nûjen berhem tînin û stran dibe tişteke din. Mirov dikare bêje, ne heman stran e. Tama ‘Kejê’ya Mihemed Arif cûda ye, tama ‘Kejê’ya stranbêjeka din cûda ye û ev tama min çêkirî jî cûda ye.”
Diljen Ronî digel ku hejmareke zêde ya stranên xwe wî bi xwe nivîsiye û awazên wan çêkirine, qedreke zêde dide stranên gelêrî.
Gelek stranên gelêrî yên wekî, Awirên Esmera, Narînê û Were Were Esmerxan yekem car ji aliyê wî ve hatin gotin û li gor wî ziman û naveroka berhemên gelêrî gelek çêtir e ji berhemên niha.
Diljen Ronî dibêje: “Mixabin ji ber asîmilasyonê gelek helbest dernakevin û zimanê yên derdikevin jî zêde ne zelal e. Zimanê wan gelek giran e. Gotinên stranên gelêrî gelek zelal e û mirov bi hêsanî jê têdigihe. Lê helbest û gotinên stranên niha ne zelal in. Mirov nizane behsa çi dikin.”
Ronî mizginî dide heyranên xwe, danasîna albûma wî dê şeşê Kanûna Pêşînê de li Stenbolê bi konserteka mezin were kirin û bila çaverêya vîdeoklîbeka nû bin.
Herwiha Diljen Ronî got: “Danasîna albûma me, dê di şeşê Kanûna Pêşînê li Stenbolê Navenda Çandê ya Bajarvaniyê ya Şîşliyê bi konsereteke mezin were kirin. Ez li hêviya hemû gohdar û heyranên xwe me. Herwiha piştre dê çend konsertan bidim. Çar stranên din ên albûmê jî dê di meha Çiriya Paşînê de bi vîdeoklîbeka nû derkevin.”